Piştî 40 rojan ji ketina balafirekê çar zarok bi zindî hatin dîtin

Serokê Kolombiyayê Gustavo Petro ragihand, 40 roj beriya niha balafireke biçûk li daristanên Kolombiyayê kete xwarê ku 7 kes tê de bûn û 4 ji wan zarok bûn.

Hewlêr (K24) – Serokê Kolombiyayê Gustavo Petro ragihand, 40 roj beriya niha balafireke biçûk li daristanên Kolombiyayê kete xwarê ku 7 kes tê de bûn û 4 ji wan zarok bûn, duh roja înê ew her çar zarok bi zindî hatin dîtin.

Gustavo Petro li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ew zarokên ku beriya 40 rojan winda bûbûn, bi zindî hatin dîtin.” Herwiha ligel twîtê wêneya serbazekî daniye ku beşdarî operasyonên lêgerîn û dîtinê de bûne.

Bapîrê zarokan ji ajansa AFPê ragihandiye, zarok ji aliyê nişteciyên deverê ve hatine dîtin, ku ji dema bûyerê ve li wan digeriyan.

Berpirsên ku zarok veguhestine, diyar kirine ku temenên zarokan 13 salî, 9 salî, 4 salî  û 1 salî ne, ji daristanê bi rêya helîkopterê hatine veguhestin.