Karsaz: Pêwîstiya aboriya Tirkiyê bi Herêma Kurdistanê heye

Karsaz û Mafnasên Kurd dibêjin ji bo guherînek erênî û avaker divê di hemû qadan de pêwendiyên li gel Kurdan werin başkirin ku ev yek wek pêdiviyekê ye ji bo Tirkiyeyê.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Piştî ku Encûmena Wezîran a Nû ya Tirkiyeyê hat ragihandin ji aliyên wezîrên nû ve di warê aborî û hiquqê de peyamên guherînê hatin dayîn. Karsaz û Mafnasên Kurd jî dibêjin ji bo guherînek erênî û avaker divê di hemû qadan de pêwendiyên li gel kurdan werin başkirin ku ev yek wek pêdiviyekê ye ji bo Tirkiyeyê.

Di destpêkirina karê xwe de Wezîrê Aboriyê yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek  amaje kir ku ew ê li gorî standardên navneteweyî tevbigerin û polîtîqayên rasteqîn danîn pêşiya xwe da ku pirsgirêkên aboriyê çareser bikin.

Karsaz jî hatina Mehmet Şîmşek erênî dibînin û dibêjin hatina Mehmet Şîmşek bi xwe tena serê xwe nîşaneya daxwaza hewla guherîna polîtîkayên aboriyê ye û balê dikêşin ku Mehmet Şîmşek dê rê nede destwerdan di rêbaz û polîtîkayên wî de bên kirin û bang hate kirin ku ji bo aboriya Tirkiyeyê Herêma Kurdistanê gelek girîng e û divê pêwendî werin pêşxistin.

Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirgariyê ya Diyarbekirê Mehmet Kaya ji K24ê re diyar kir: “Divê berî her tiştî karsaz bikaribin kredî bikêşin, divê bawerî bi kompanî û saziyên navneteweyî were dayîn ku ji bo veberhênanên xwe bînin Tirkiyeyê. Aborî bi dewsandinê û kêm nîşandana daneyan nameşe.  Demekê di hinardeya Tirkiyê de Iraq bi saya Herêma Kurdistanê di rêza yekem de bû ku niha di rêza 6ê de ye. Divê bazirganiya li gel Herêma Kurdistanê were pêşxistin û astengî werin rakirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Parlementoya Tirkiyê Numan Kurtulmuş û Wezîrê Nû yê Dadê Yilmaz ji bo serdema nû bal kişandin ku dê yek ji karên wan ên sereke çêkirina makezagoneke nû û sivîl be û mafnasên kurd jî dibêjin eger makezagona ku were çêkirin nasnameya kurdan nenase dê ne nû be jî û ne sivîl be jî û balê dikêşin maddeya 66ê.

Hiqûqnas Ahmet Ozmen ji K24ê re diyar kir: “Her kes daxwaza makezagoneke sivîl dike lê ti kes ji bo vê yekê gavek ji dil navêje. Desthilatdariyên heta niha hatine gavek wisa jidil neavêştine. Makezagon ji bo ku sivîl be divê mafê welatiyan hember dewletê biparêze, mînak maddeya 66ê dibêje yên welatiyên Tirkiyeyê ne hemû tirk in. Lê ev yek dijî mafên mirovan e.”

Piştî hilbijartinan dihat gotin ku kurdan rolê xwe yê kilîlbûnê ji dest da, lê niha bo çareseriya pirsgirêkên siyasî, hiquqî û aboriyê kurd dîsa wek kilîl tên dîtin.