Sancar: HDP û YSP çi pêwîst be dê bike

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar di civîna hevserokên rêxistinên bajaran ên partiya xwe de got, eger ew dixwazin vî welatî biguherînin divê destpêkê wek partî û aliyên siyasî xwe biguherînin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar di civîna hevserokên rêxistinên bajaran ên partiya xwe de got, eger ew dixwazin vî welatî biguherînin divê destpêkê wek partî û aliyên siyasî xwe biguherînin.

Hevserokê HDPê Mithat Sancar îro 10ê Hezirana 2023an li Navenda Giştî ya Partiya Çep a Kesk (YSP) beşdarî civîna hevserokên rêxistinên bajaran bû û li ser encam û rexneyên derbarê hilbijartinên parlamenterî û serokomariyê de axivî. Sancar diyar kir ku şêwaz û rengê siyaseta wan ne ya aliyekî ye û ew nûnerê rêya sêyemîn in.

Mithat Sancar got: “Belê, kêmasiyên me çêbûn. Di şêwazê siyaseta me de, di proseya hilbijartinan de şaşîtiyên me çêbûn. Lê bawerî û biryarbûna me ya xwenûkirin, berfirehkirina têkoşînê û avakirina siberojeke azad berdewam e. Em li vê derê ne û bihevre ne û em dê bihevre biguherînin. Rêya guhertinê, rêya demokrasiyê, rêya edaletê û rêya komara demokratîk em dê bihevre ava bikin. Proseya rexne û rexnedanê dê bê kirin.”

Sancar herwiha diyar kir: “Di siyaseta Tirkiyê de wek şêwazekî em ê nîşan bidin ka em çawa nûnertiya rêya sêyemîn dikin. Ji ber rêya sêyemîn xeta me ya siyasetê ye. Di heman demê de navê şêwazê siyaseta me ye. Em rê nadin ku fêrbûnên nav sîstemê me xirab bikin û em ê di nav sîstemê de rê li wê yekê bigrin ku hêzên demokrasiyê bên têkbirin.”