HSDê berpirsekî DAIŞê li gundewarê Dêrazorê girt

HSD
HSD

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berpirsekî DAIŞê li gundewarê Dêrazorê girt.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan belav kir, HSDê di oparasyonek ewlehî de berpirsekî DAIŞê li kampa Abû Xeşeb li gundewarê bakurê Dêrazorê girt.

Rewangehê da zanîn, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi rêya firokeyan bêfirokvan beşdarî oparasyonê bû.

Ev yek di demekê de ye, Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê biryar da ku dest bi dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî yên girtî bike.