Komeleya MED DERê bêberamber perwerdehiya zimanê Kurdî dide

Li Diyarbekirê ji aliyê Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ve kursa zimanê kurdî tê dayîn.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê ji aliyê Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ve kursa zimanê kurdî tê dayîn. Li kursê, kurdiya kurmancî û kirmançkî tê hînkirin. Welatî eleqeyê didin kursa ziman. Salane zêdetirî 2 hezar welatî li kursên MED-DERê hînî kurdî dibin. Rêveber û mamosteyên kursê bang li welatiyan dikin ku li zimanê xwe xwedî derkevin.

Li Diyarbekirê bi sedan welatî ji bo ku fêrî zimanê kurdî bibin beşdarî kursên komeleya MED-DERê dibin. Li vê kursê dersên ziman bêberamber tên dayîn. Mamosteyên kursê xwebexş in. Ji her aliyên civakê welatî beşdarî kursan dibin. Piraniya beşdaran dizanin bi kurdî biavixin lê ji bo ku fêrî nivîsandin û xwendina bi kurdî jî bibin beşdar dibin.

Beşdara kursê Xurbet Alkaş ji K24ê re diyar kir: “Zimanê me, rûmeta me ye, namûsa me ye, şerefa me ye. Ez dixwazin zimanê kurdî li her derê bê axaftin. Bi rastî jî ev ziman zimaneke gelek biqîmet e. Ev du sê sal in min gelek dixwest fêrî xwendin û nivîsandina vî zimanî bibim. Min lêkolîn kir û li vir min dest pê kir.”

Kesên ku hîç kurdî nizanin jî beşdarî kursê dibin. Ew jî di nava 5-6 mehan de heta astekê fêrî kurdî dibin.  Li kursê dersên kurdiya kurmancî û kirmançkî ango zazakî tê dayîn. Eleqeya ji bo her du zaraveyan jî di asteke berbiçav de ye. Rêveber û mamosteyên kursê banga lêxwedîderketina ziman li welatiyan dikin û dibêjin; kesên ku bixwazin fêrî kurdî bibin dikarin ji vê derfeta bêberamber sûdê werbigirin.

Hevserokê MED-DERê Dr. Remzî Azîzoglu ji K24ê re ragihand: “Wekî ku her kes dizane ji ber ku li Tirkiyeyê zimanê kurdî qedexe ye ne di bin mîsogeriyekê de ye û rûbirûyê pişaftineke mezin dimîne pêdivî bi van saziyan heye.”

Rêveberê MED-DERê Mustafa Açmaz jî eşkere kir: “Em jî dixwazin ku zimanê me bibe zimanê fermî û zarokên me fêrî zimanê me bibin. Li gorî lêkolînan zazakî jî ber bi windabûnê diçe, da ku winda nebe em dixwazin bibe fermî û zarokên me jî fêrî bibin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê perwerdehiya bi zimanê kurdî tenê wekî dersa hilbijare di hefteyê de 2 demjimêran tê dayîn û li hin beşên zanîngehan jî perwerdehiya bi kurdî heye. Lêbelê daxwaza kurdan ew e ku wekî mafeke  rewa yê miletê kurd kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo ku kurdî ji pişaftin û asîmîlasyonê bê parastin hin sazî, dezgeh û komele di nava hewlekê de ne. Yek ji van komeleyan jî MED-DER e. Bi salan nêzîkî 2 hezar kes li MED-DERê fêrî zimanê kurdî dibin. Rêveberên MED-DERê dibêjin; bila Kurd li zimanê xwe xwedî derkevin da ku ji pişaftin û asîmîlasyonê bê parastin.