Serokê Hikûmetê zêdetir ji heft milyar dînar ji bo piştgiriya xwendekarên zanîngeh û peymangehan xerc dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razemendî li ser xerckirina zêdetir ji 7 milyar dînar bo piştevanîkirina xwendekarên zanîngeh û peymangehan da.

Li gorî daxuyaniyeke Fermangeha Medya û Zanyariyan, di çarçoveya giringîpêdana Kabîneya Nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi sektora sektora xwendinê û piştevaniya xwendekarên zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî razemendî li ser berdewambûna xerckirina 7 milyar û 250 milyon dînar bo xwendekaran da.

Hat destnîşankirin ku beşek ji pereyê ji bo pêşkêşkirina xizmetên di beşên navxweyî yên sala xwendinê ya 2023 - 2024an de, wek sala xwendinê ya 2022 - 2023an li ser budceya zanîngeh û peymangehan dê were xerckirin.