Hevseroka “Kantona Qamişlo” û 2 kesên din di êrîşeke Tirkiyê de hat kuştin

Yusra Derwîş
Yusra Derwîş

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka “Kantona Qamişlo” Yusra Derwîş û 2 kesên din ên pê ew bûn, di êrîşa drona Tirkiyê de hatin kuştin. 

Droneke Tirkiyê îro otomobîlek li ser rêya gundê Til Şiîr – Biyandor a li rojhilatê Qamişlo bombebaran kir û di encamê de hejmarek kes hatin kuştin û birîndar kirin.

Ji aliyê xwe ve Encûmena Cibicîkar a “Kantona Cizîrê” di daxuyaniyekê de diyar kir, îro otomobîleke Kantona Qamişlo rastî êrîşeke Tirkiyê hat û di encamê de 3 endamên Encûmena Kantona Qamişlo canê xwe jidest dan û kesek jî birîndar bûye.

Li gorî daxuyaniyê, Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwîş û Cîgira Hevserokatiya Encûmena Kantona Qamişlo “Lêman Şiwêş” û ajokarê otomobîlê Firat Toma canê xwe jidest dane û Hevserokê Kantona Qamişlo Gebî Şemûn birîndar bûye.