Steve Lutes: Serokwezîr Mesrûr Barzanî dixwaze çavkaniyên dahatê berfireh bike

Cîgirê Serokê Jûra Bazirganî ya Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn Steve Lutes ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî raman û nêrîna xwe zelal kiriye ku dixwaze çavkaniyên dahatê berfireh bike.

Hewlêr (K24) – Cîgirê Serokê Jûra Bazirganî ya Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn Steve Lutes  ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî raman û nêrîna xwe zelal kiriye ku dixwaze çavkaniyên dahatê berfireh bike.

Steve Lutes di konferanseke rojnamevanî de ragihand, çend sal berê serdana Herêma Kurdistanê kiriye û ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiyaye, fikra serdana vê şanda Jûra Bazirganiyê ya Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê, di gotûbêjên wan ên ligel Serokwezîr de hatiye.

Lutes eşkere kir: “Di serdana me ya pêş de bo Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî raman û nêrîna xwe zelal kir ku dixwaze çavkaniyên dahatê berfireh bike, yek ji wan jî pêşvebirina sektora çandiniyê bû.”

Herwiha destnîşan kir: “Em şanda ku hatiye, nûnerên çend kompaniyên cuda tê de hene, ku cara yekem e tên Herêma Kurdistanê, çend kompaniyên me yên navdewletî jî hene, ku çendîn sal in li vir kar dikin.”

Steve Lutes dibêje, di serdana vê carê de çend civîn ji bo kompaniyên nû û kevn pêk anîne, da ku derfet û îmkanên bazirganî û veberhênanê yên li Herêma Kurdistanê fêm bikin.

Li gor gotina Cîgirê Serokê Jûra Bazirganî ya Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn, ew kompaniyên ku hatine, ji warên cûr bi cûr bûn, ji warê tov û şêwaza çandinê ve heta digihe çawaniya parastina berheman.