Şer di navbera her du baskên Komela Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê de derket

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundê Zirgiwêz ê li parêzgeha Silêmaniyê, şer di navbera Komela Zehmetkêşên Kurdistanê û Komela Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê de derket û di encamê de hin kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê da zanîn, îro danê sibê şerê çekdarî di navbera Komela Zehmetkêşên Kurdistanê û Komela Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê de derket û heta niha 2 kes hatine kuştin û çend kes jî birîndar bûne.

Di vê derbarê de Komîteya Navendî ya Komela Zehmetkêşan a Kurdistanê îro 22ê Hezîrana 2023an di daxuyaniyekê ragihand, “Komala Şorşger êrîşî fêrgeha me kir û gule li Pêşmergeyan reşandin, mixabin heta niha 2 Pêşmergeyên Komala Zahmetkêşan Saman Îbrahîmî û Hîwa Sadiqî canê xwe jidest dane.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Me gelek hewl da ku rê li ber vê yekê bigirin, lê wan ji bo qerebûkirina şikestina xwe, dest ji ti kiryar û tawanekê bernedin.”

Piştî 7 mehan ji yekbûna wan herdu aliyên Rojhilatê Kurdistanê, her du baskên Zahmetkêşan careke din bûne dubend û di van rojên dawî de li ser malper û torên civakî êrişî hev dikin.

Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşan di sala 1978’an de hate damezrandin û piştî şoreşa gel a Îranê 1979’an, bû beşek ji Partiya Komunîst a Îranê. Piştre ji Partiya Komunîst a Îranê cuda bû û Ala Kurdistanê bi fermî nas kir û wek partiyeke çep a Kurdistanê dest bi çalakiyên xwe kir.

Di sala 2007’an de di navbera Komale de pirsgirêk derketin û bi du navên cuda çalakiya xwe domandin. Di sala 2022’an de bi mezinbûna protestoyên li Îranê ku bi navê “Şoreşa Jînê” tê binavkirin, her du baskên Komala yekbûna xwe ragihandin. Lê îsal dîsa ji hev veqetiyan û duhî bi fermî ragihandin ku yekbûna wan negihîşt armanca xwe.