Fermandarê Wagnerê kontrolkirina Rostovê ragihand û gefa çûna ber bi Moskoyê ve dixwe

Bajarê Rostovê - Wêne: Reuters
Bajarê Rostovê - Wêne: Reuters

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Koma Leşkerî ya Wagner a Rûsî Yevgeniy Prigojin ragihand, hêzên wan îro Şemiyê navendên leşkerî li herêma Rostov (li başûrê welat) xistine bin kontrola xwe. Her wiha gefa çûna ber bi paytaxt Moskoyê jî xwar, bi armanca hilweşandina serkirdayetiya leşkerî.

Fermandar Wagner Yevgeny Prigojin got, ew û alîgirên xwe li Navenda Fermandariya Başûr in û navendên leşkerî yên Rostov, di nav de firokxane jî, xistine bin kontrola xwe.

Prigojin got, wan firokexaneya leşkerî ya Rostov xiste bin kontrola xwe, da ku firoke wan bombebaran nekin û da zanîn ku, firokeyên şer bi awayekî asayî radibin bo cîbicîkirina karên xwe li Ukraynayê.

Ajansa nûçeyan a “Reuters” jî li ser zarê çavkaniyeke ewlekarî ya rûsî belav kir, hêzên Wagner hemû navendên leşkerî li parêzgeha Voronezh, ku dikeve ser sînorê Ukraynayê û 500 km li başûrê Moskoyê ye, xistin bin kontrola xwe.

Çend demjimêran piştî ragihandina hêzên wî ku ji sînorê Ukraynayê derbasî başûrê Rûsyayê bûne, Prigojin vîdyoyek belav kir û tê de gefa kontrolkirina li Rostovê û çûna ber bi Moskoyê ve xwar, eger Wezîrê Berevaniyê Sergey Şoygu û Serfermandarê Giştî neyên hevdîtina wî.

Prigojin tekez kir jî, ew û leşkerên xwe yên ku hejmara wan nêzî 25 hezarî ye “ji mirinê re amade ne.”

Derengê şeva Înê 23ê Hezîrana 2023an, Fermandarê Grûpa Wagner Yevgeniy Prigojin di tomareke dengî de bi fermî şerê dijî artêşa Rûsyayê ragihandiye û diyar dike ku hejmara wan 25 hezar kes in û dixwazin gelê Rûsyayê azad bikin ji vê sîstema ku li Moskowê hikum dike.