Îro heftemîn rûniştina doza Tahîr Elçî birêve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Doza Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî ku di sala 2015an de li bajarokê Sûrê yê Diyarbekirê hatibû kuştin, dê îro li Dadgeha Diyarbekirê bi rê ve biçe.

Di nava heşt salan de heft rûniştinên dozê bi rê ve çûne û heta niha çi pêşketineke diyar li ser dozê nebûye û kûjerên Tahîr Elçî nehatine eşkerekirin.

Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî di 28ê Mijdara 2015an de di dema kongreyeke rojnamegerî de li ber Minareya Çarling hatibû kuştin.

Parêzerên doza Tahir Elçî jî dibêjin; nayê xwestin ku doz bê ronîkirin, lê belê heta ku doz neyê ronîkirin ew jî dest ji têkişîna xwe ya hiqûqî bernadin. 

Peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê da zanîn, hejvîna Tahir Elî, Turkan Elçî û hejmarek ji parlamenterên CHP û Partiya Kesk a Çep û serokên baroyên hejmarek bajarên Bakurê Kurdistanê li rûniştina dadgehê amade bin.

Peyamnêrê K24ê destnîşan kir jî, tedbîrên tund ên ewlehiyê li derdora dadgeha Diyarbekir hatine girtin.