“Heta dawiya sala 2023an hejmara rûniştvanên Herêma Kurdistanê dê 6.5 milyon kesî derbas bike”

Hewlêr
Hewlêr

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşbînî dike ku hejmara rûniştvanên Herêma Kurdistanê (bêyî penaberan) heta dawiya sala 2023an bigihe şeş milyon û nîvan.

11ê Tîrmehê ji aliyê Netewên Yekgirtî ve wek Roja Cîhanî ya Nifûsê  hatiye destnîşankirin da ku ronahî bê xistin ser pirsgirêkên nifûsê di çend waran de.

Desteya Amaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de ragihand, hejmara rûniştvanên Herêma Kurdistanê (bêyî penaberan) heta dawiya sala 2023an, dê bigihe şeş milyon û 556 hezar û 752 kesan.

Li gorî daxuyaniya Desteya Amaran, ji tevahiya rûniştvanan: 3 milyon û 296 hezar û 240 kes nêr in, 3 milyon û 260 hezar û 240 jî regeza mê in.

Diyar kir jî, ji tevahiya nifûsê ji sedî 78.4 bajarî û ji sedî 21,6 jî gundî ne. Rêjeya zêdebûna nifûsê ji bo 2023an, bi %2 tê texmînkirin.

Desteya Amaran dibêje, Yek ji faktorên ku bandor li pêkhateya demografî ya herêmê kiriye, hebûna koçberên navxwe yên Iraqê ye.

Li gorî Rêxistina Koçê ya Navdewletî, hejmara koçberên li Iraqê heta nîvê sala 2022an, 1 milyon û 111 hezar kes derbas kir, ji wan 694 koçî  Herêma Kurdistanê kirine, ango ji sedî 52.6 ji hejmara giştî ya koçberan e.

Li gorî amarên malpera “World Population” Iraq di sala 2023an de bi45 milyon û 527 hezar kesan, di rêzbendiya 35emîn a nifûsa herî zêde ya cîhanê de ye.