Sûdanî bi serdaneke fermî digihe Şamê û dê bi Esed re bicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 16ê Tîrmeha 2023an bi serdaneke fermî digihe Şamê, Paytexta Sûriyê û biryar e ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed bicive.

Ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, Sûdan îro ji bo serdaneke fermî bo Şamê ji Bexdayê birê ket.

Medyaya xwecihî ragihand, Sûdanê li ser vexwandina Serokê Sûriyê Beşar Esed serdana Şamê bike, ji bo guftûgokirina hevkariyên dualî û hevahengiya karên hevbeş, ji bo bihêzkirina ewlehî û aramiya navçê.

Ev yekem serdana fermî ya Sûdanî ye bo Şamê û yekem seredana serokwezîrekî Îraqî ye bo paytexta Sûriyê ji sala 2010an ve, ku serokwezîrê berê yê Îraqî Nûrî Malikî serdana wî welatî kiribû.