Ano Cewher bo K24: Ti kêşeyeke ewlehiyê li firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê tune ye

Li ser rawestana geştên asmanî li herdu firokexaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê, Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher ji Kurdistan24ê re axivî.

Hewlêr (K24) – Li ser rawestana geştên asmanî li herdu firokexaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê, Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher ragihand, ti kêşeyekê tune ye û rawestana geştên asmanî bi biryareke desthilata firokevaniyê ya Iraqê bûye.

Roja Duşemê 17ê Tîrmeha 2023an, Wezîrê Veguhestin û Gihandinê Ano Cewher ji Kurdistan24ê re ragihand, ti kêşeyeke ewlehiyê li firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê tune ye û rawestana geştên asmanî jî pêwendî bi biryara desthilata firokevanî ya Iraqê ve heye heta demeke nediyar.

Ano Cewher red dike ku ti hêzeke ewlehiyê li herdu firokexaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê ketibin tevgerê û tekezî li ser wê yekê jî kir ku rawestana geştên asmanî heta çend saetên bê dê berdewam bibe û ligel aliyên pêwendîdar li ser xetê ne ji bo çareserkirina vê mijarê.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, vê êvarê 17ê Tîrmeha 2023an, hemû geştên asmanî yên li herdu firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê rawestiyan bêyî ku desthilata firokevanî ya Iraqê sedema vê yekê eşkere bike.