Di nava CHPê de dengê guherînê bilind dibe

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Di Muxlefeta sereke ya Tirkiyê de aloziyên piştî hilbijartinan dest pê kirine didomin. Di Partiya komarî ya Gel CHPê de ku partiya sereke ya muxalefetê ye nakokî zêde dibin û di navbera Kemal Kilcdaroglu û serokê şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu bûye du beş. Parlementerên berê yên CHPê guherînekê pêwîst dibînin, rapirsiyên dawî jî nerazîbûna layanên CHPê ya ser kilicdaroglu nîşan dide.

Siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de beriya kongreya mezin dengê guherînê nava partiya muxalefeta sereke ya Tirkiyê CHPê gur dibin. Piştî ku hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê CHPê û namzedê vê yê serokkomariyê Kemal Kilicdaroglu bi ser neketin daxwaza guherîneke berfireh û îstîfaya Kilicdaroglu hate Xwstin. Lê Kilicdaroglu îstîfa nekir û rêveberiya partiyê temamî guhert. Li ser vê yekê şaredarê bajarê mezin yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu li gel hejmarek zêde rayedarên CHPê bêyî kemal kilicdaroglu cvînek pêk anî û axwaza guherîn û demildest pêkanîna kongreya dersayî kiribû. Piştî vê yekê niha din ava CHPê de layenên Kilicdaroglu û Îmamoglu du alî peyda bûne.

Parlementerê berê Yê CHPê Atîlla Kart ku di hemû rêvebreiyên CHPê de cih girtiye bi çend sedeman guherîneke nava CHPê de ferz dibîne lê rêbazên vê xelet dibîne.

Atîlla Kart ji K24ê re got: “Bêgûman pêwîst e di nava CHPê de guherîn bê kirin. Lê belê dê naverok û rêbaza guherînê çi be ev girîng e. Kesên ku radibên behsa guherînê dikin rêbaz û naveroka vê guherînê zelal nakin. Îmamoglu behsa guherîne dike û kodroyên berê yên CHPê derdora xwe kom kirine. Guherîn bi Îmamoglu jî pêk nayê. Pêwîstî guherîneke bingehîn heye. Ji ber ku CHP ji hêmanên xwe dûr ketiye.”

Herwiha li gorî kompaniya rapirsiyê ya bi navê ADAMOR rêjeyeke zêde ya layenên CHPê jî êdî kilicdaroglu naxwazin û navê sê kesan bo serokatiya CHPê bilêv dikin.

Seroka Rapirsiya Adamorê Elîf HELVACI dibêje: “Nêzî ji sedî 60ê dengdêrên CHPê di vê baweriyê de ne ku serokê CHPê dev ji serokatiyê berde.  Li gel dengdêrên Ak partî û HDPê bi giştî nêzî ji sedî 70yê welatiyan Kilicdaroglu qebûl nakin êdî. Ev kesên ku Kilicdaroglu naxwazin ji sedî 41ê van dibêjin bila Ekrem Îmamoglu bibe serokê CHP. Sedî 25ê yan Mansur Yavaş û sedî 5ê wan jî dibêjin bila Ozgur Ozel bibe serokê CHPê.”

Li gel van geşedanan di nava CHPde proseya 38emîn kongreya mezin dest pêkiriye. Di navbera 3ê Tîrmeh û 15ê Cotmehê de kongreyên nevçe û bajaran dê bên lidarxistin. Tê çaverêkirin di destpêka meha mijdarê de jî kongreya mezin pêk bê. Ji bo serokatêya CHPê heta niha rikeberê herî bihêz yê hemberî Kilicdaroglu şaredarê bajarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ye.