Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetirî 1.4 milyar dînar ji bo Silêmaniyê terxan kir

Di çarçoveya girîngîdana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo xizmetkirina welatiyan û liberçavgirtina berjewendiya giştî û pêkanîna jîngeheke pak û tendirust û paqijkirina sîmayê temamê navçeyan de, zêdetirî 1.4 milyar dînar ji bo Silêmaniyê hat terxankirin.

Hewlêr (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê zêdetirî 1.4 milyar dînar ji bo parêzgeha Silêmaniyê terxan kir.

Îro Duşemê 24ê Tîrmeha 2023an, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kir, di çarçoveya girîngîdana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo xizmetkirina welatiyan û liberçavgirtina berjewendiya giştî û pêkanîna jîngeheke pak û tendirust û paqijkirina sîmayê temamê navçeyan de, bi fermana Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah, rizamendî hat dayîn ji bo terxankirina milyarek û 468 milyon û 641 hezar û 207 dînar, bi mebesta paqijkirin, komkirin, veguhestina xaşakên şeş deverên sînorê Şaredariya Silêmaniyê.

Herwiha hat destnîşankirin, ev budce ji bo sê salan berdewam dibe û li ser budceya asayî ya Şaredariya Silêmaniyê tê xerckirin.