HSD red dike 12 şervanên wan di êrîşeke Tirkiyê de hatibin kuştin

HSD
HSD

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îdiayên Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirkiyê yên derbarê kuştina 12 şervanên wan derewandin.

Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û da zanîn, di encama operasyoneke wan de, 12 şervanên HSDê hatine kuştin.

Di vê derbarê de, Navenda Ragihandinê ya HSDê li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir û tê de ev nûçeya Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyê red kir û got: “Ev îdiayê wan ne rast e.”