PDK û YNK piştevaniya lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî civîna Polîtboruyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) her du aliyan daxuyaniyeke hevbeş dan.

Di daxuyaniya hevbeş a dawîya civînê de hat gotin: “Polîtboruyên YNK) û PDKê piştî gotûbêjkirina rewşa navçeyê bi giştî û Iraq û Kurdistanê bi taybetî, her du aliyan tekezî li ser parastina qewariya Herêma Kurdistanê û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê kirin û tevahiya karînên xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkan û debara jiyana welatiyan didin.

Ji bo zêdetir xurtkirina hewlan, herdu aliyan li ser van xalan li hev kirin:

- Herdu alî piştevaniya lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dikin, di demekê de ku Serokê Herêma Kurdistanê piştî şêwirîna li gel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê diyar kiriye.

- Ji bo zêdetir xizmetkirina gelê Kurdistanê di hemû waran de, divê em nakokiyên biçûk deynin aliyekî û bi hev re serî li çareseriya pirsgirêkan bidin.

- Me biryar da ku proseya birêxistinkirina hêzên Pêşmerge berdewam be.

- Herdu aliyan biryar dan ku piştevaniya rêkeftinên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.

- Ji bo zêdetir ji hev nêzîk bibin û derbaskirina astengiyan, me biryar da ku bi giyanekî Kurdistanî û niştimanperwerî bi hevdîtin û hevahengiya dualî li gel hemû aliyan berdewam bin.