Serokwezîr Mesrûr Barzanî fermana destpêkirina proseya îdarî ya ji bo biqezakirina Xurmalê da

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştî daxwazên xelkê deverê, fermana destpêkirina proseya îdarî da ji bo Xurmal ji nahiye bibe qeza. 

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 30î Tîrmeha 2023an di daxuyaniyekê de ragihand, rûniştvanên nahiya Xurmalê daxwaz kirin ku nahiya wan bibe qeza, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ferman da Wezareta Navxwe ku bi hevahengiya parêzgeha Helebce dest bi proseya îdarî bikin û amadekariyên avakirina qezaya Xurmalê temam bikin.

Wezareta Navxwe jî ragihand, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji sibe duşemê (31.07.2023) ew ê dest bi proseya îdarî û pêngavên pratîkî bo bi qezakirina Xurmal bikin.

Xurmal dikeve bakurê parêzgeha Helebce û 10 kîlometran dûrî navenda wê ye û bi dehan gund ser bi wê ve ne. Herwiha 70 kîlometran li rojhilatê Silêmaniyê ye, zincîreya çiyayên Hewramanê lê ye, ji ber xweza û hewaya wê ya xweş jî, geştyar her çar werzan serdana wê dikin.