Kremlîn îdiaya li ser danûstandinên ligel Ukraynayê red dike

Berdevkê Koşka Serokatiya Rûsyayê Dmitri Peskov ragihand, îdiaya gotûbêja Rûsya û Ukraynayê niha ti bingeheke wê tune ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Koşka Serokatiya Rûsyayê Dmitri Peskov ragihand, îdiaya gotûbêja Rûsya û Ukraynayê niha ti bingeheke wê tune ye.

Berdevkê Koşka Serokatiya Rûsyayê (Kremlîn) Dmitri Peskov ragihand, Ukrayna di êrîşên dijî Rûsyayê de bi ser neketiye û bi dehan keresteyên serbazî yên NATOyê têk birine.

Dmitri Peskov hişyariyê dide ku rêkarên tund û pêwîst li dijî êrîşên Ukraynayê bo ser Moskowê cîbicî dikin.

Li ser Lûtkeya Erebistana Siûdî ya ji bo çareserkirina qeyrana Ukraynayê ku biryar e hefteya bê birêve biçe, Peskov diyar kir, çavdêriya rasparde û karên lûtkeyê dikin.

Ev daxuyaniya Berdevkê Kremlînê di demekê de ye ku duh bi rêya sê dronan ve êrîşî ser Moskowa paytexta Rûsyayê hat kirin û ji ber wê, ziyan gihişt avahiyeke wî bajarî.