Bihayê nan li bajarên Bakurê Kurdistanê dîsa zêde bû
Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekir û Wanê bihayê nan dîsa zêde bû. Li Diyarbekirê 240 gram nan ji 10 lîreyî derket 12 lîra û li Wanê jî 210 gram nan ji 4 lîre derket 6 lîrayî. Dîsa bi zama dawî re bihayê sotemeniyê jî gihiştiye 40 lîrayî. Ji bihabûyînê bi qasî welatiyan xwediyên firinan û nanfiroş jî bi gazinc in.
Bihabûyîna nan li ser her welatiyekî rastewxwe bandor dike û li bajêrên bakûr jî bihayê nan êdî ji her çend mehan carekî giran dibe. Li Diyarbekirê di Rêbendana 2022’an de nan bi 2 lîre û 50 kurişbû, niha heman nan bi 12 lîre tê firotin. Bajarê Wanê yek ji wan bajarabû ku nan lê erzanbû, lê di vê mehê de, li wê derê jî bihayê nan ji 4 lîre derketiye 6 lîrayî.
Rêvebirên saziyên dikandaran û hilberînkar û firoşkarên nan balê dikşînin ku 25 cure lêçûnên ku di hilberîna nan de bandor diikin hene û ji bo ku zirar nekin ji misogerî bihayan zêde dikin.
Hoste û Rêveberê Firinê Cuma Yavuzkiliç ji K24ê re ragihand: “Piştî 1ê vê mehê nan li Diyarbekirê bûye 12 lîre. Beriya 3 mehan jî ji 8 lîra bûbû 10 lîre. Her roj bihayê her tiştî zêde dibe û maiyeta nan li ser me zêde dibe. Vê fiyeta hanê jî ji me ra kar nahêle. Em îro hesavekî dikin, lêçûn zêde dibin, sibê hesavekî din peyda dibe. Tiştekî bi destê me nîn e, lê ku xerc wiha zêde bibin, dê nan bihatir jî bibe.”
Cotkar û diikandar jî balê dikşînin ku Ofîsa Berhemên Cotkarî (TMO) di kirîna genim û berhemên cotkarî de destên xwe giran digerîne û ev jî bandor li ser biahbûyîna nan dike.
Cotkar û xebatkarê firinê Alî Yaşar ji K24ê re diyar kir: “Cotkarên li vî welatî û min bixwe jî me genim ajotibû û ev 3 meh e genimên me li erde ne. Em nikarin ji TMOyê jivîn werbigirin. Nekirina genimên cotkaran jî bandor li giranbûyîna nan dike.”
Welatî jî balê dikşînin ku êdî ne dikarin nan bibin ser sifreyên xwe û ne jî ji bazarê dikarin pêwistiyên xwe bistînin.
Welatî Eyuphan Demîr diyar kir: “Ez duhî-pêr çûme bazarê Xwedê dizane, dilê min xirab bû ez giriyam, min nizanibû çi bikim. Milet jî wek min diçin û tên lê nikarin tiştkî bikirin. Ev encam ji kêmasiya me ye û kêmasiya dewletê ye. Yanî Mewdûdî dibêje; heger li welatekî dilê rihet, aramî û silametî hebe para mezin a dewletê ye û heger ku tengasî, hêjarî, birçîbûn û xizanî hebe ew jî berpirsyariya dewletê ye. Divê dewlet karên xwe lihev bîne. Meseleya nan de jî ku em li ber firinê ne. Divê ji bo nan û xurekan dewlet alikarî bide hemû welatiyên xwe û li wan xwedî derbikeve.”
Li vê erdnîgariyê sifre ango nan xwarin bi nan tê pênasekirin. Nan jî di nav 2 salên dawî de ji 2.5 derketiye ser 12 lîrayî ku ev biha jî hilberînaran xilas nake. Ji ber her diçe lêçûn û xercên nan zêde dibin û welatî jî hem ji wan giranbûyînan gazincan dikin, hem jî barê wan girantir dibe.