Li Kela Zêrzevanê çalakiya temaşekirina meteoran
Diyarbekir (K24) - Li Kela Zêrvana Diyarbekirê “şahiya temaşekirina meteoran" hat lidarxistin. Bi sedan welatî ji bo ku li wan bizavên ku li ezman çêdibin, temaşe bikin hatin kela Zêrzevanê û heta nîvê şevê ji germa bajêr dema xwe bi xweşî derbas kirin.
Di şeva 13ê Tebaxê de, welatiyên ji Diyarbekirê, bajêrên Tirkiyê û welatên Ewrûpayê ji bo temaşekirina bizavên meteoran ku di vê serdemê de di atmosferê de pêktên li Kela Zêrzevanê ya Diyarbekirê civiyan û heta 12:00, 1:00 şevê dema xwe bi wê şahiyê derbas kirin.
Akademisyen Kadrî Kurt ku ji serdema ciwaniya xwe ve, meraqa temaşekirina bizavên stêrk, gerstêrk û bizavên li ezmanan dike jî di şahiyê de ragihand ku di vê serdemê de, ji ber gerstêrkên stêrkan nêzîkî hev dibin, parçe, ber û tozên ku ji wan dikevin din av atmosfere de dîmenên xweş peyda dikin.
Kadrî Kurt ji K24ê re ragihand: “Geroka gerstêrkan di vê serdemê de bihev dibin û ew parçe û tozên ku ji wan qut dibin, di geroka dinyayê de derbas dibin û dema ku di atmosferê de dişemitin jî dîmenên xweş û rengîn peyda dikin. Ji ciwaniya min ve bizavên ezmanî bala min dikşînin û ez dema ezman temaşe dikin, dibinim ku em çewa di fezayeke bêsînor de ne. Mirov bi bizavên bê sînor yên li ezman û fezayê gelek kelecanî dibe.”
Welatiyên ku ji welat û bajêrên cuda hatibûn Zêrzevanê jî ragihandin ku ew şeveke bi kelecanî û kêfxweşî derbas dikin.
Beşdara çalakiyê Ferîde Fîdan ji K24ê re ragihand: “Ez cara yekem e ku beşdarî vê çalakiyê dibim û ezê temaşeyî metoran bikim. Bi kêf û kelecanim. Li Kela Zêrzevanê dem derbaskirin bixwe ciyê kêfxweşiyê ye. Ji berk u atmosferek cüda hey eli vir û berovajî germa heyî, hewayeke hênik liv ir heye. Li gel van taybetiyên xwe ev der ciyekî dîrokî ye jî.”
Beşdarê çalakiyê Abdullah Beg jî diyar kir: “Em ji Îngîltereyê ne û em xwendekarê zanîngehê ne. Em bihevre hatin Diyarbekirê û îro jî ji bo ku li bizavên ezmanî temaşe bikin hatin vê derê. Em cara yekem e ku hatin vê derê, bi rastî dema me gelek xweş û baş derbas dibe. Hefeteyekiye em diğerin û her tişt gelek xweş e. Îşev jî ciyawaz û xweş e.”
Emre Tekîn jî dibêje: “Ez bi bavê xwe û xuşka xwe re hatim vê derê. Em ji bo ku barîna meteoran temaşe bikin hatin vê derê. Ez gelek kelecanî me, min dûrbîna xwe jî aniye. Pir kêfxweş im.”
Kela Zêrzevanê ya dîrokî her carê wek xaleke çalakiyeke cuda derdikeve pêş. Vê carê jî xala zêrzevanê mazûvaniya welatiyan bi mebeta ku îşev yanî şeva ku 12’ê mehê bi 13’an ve gire dide dike. Welatî ji bo ku çavdêriya meteoran ango ew çirûsk û bizavên ku din av fezayê de çêdibin bikin hatine Zêrzevanê.