Tirkiye û Herêma Kurdistanê pêşvebirina pêwendiyan gotûbêj dikin

Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê û Konsulê Tirkiyê yê li Herêma Kurdistanê, hevahengî û pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê gotûbêj dikin.

Hewlêr (K24) – Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê û Konsulê Tirkiyê yê li Herêma Kurdistanê, hevahengî û pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê gotûbêj dikin.

Li ser rûpela xwe ya facebookê, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah ragihand: “Îro Sêşemê 15ê Tebaxa 2023an, li Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran, me pêşwazî li Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê li Hewlêrê Mehmet Mevlut Yakut û şanda pê re kir.”

Serokê Dîwana Encûmena Wezîran diyar kiriye: “Di hevdîtinê de behsa hevahengî û pêşvebirina zêdetir a pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê hat kirin.”

Omêd Sebah ragihandiye: “Liv û tevgerên bazirganî yên navbera Hikûmeta Herêmê û welatê Tirkiyê tekezî li ser wan hat kirin, herwiha behsa pêşhateyên herî dawî yên siyasî û aborî yên Herêmê û nav proseya siyasî ya Iraqê û gotûbêj û pêwendiyên navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêmê hatin gotûbêjkirin.”

Herwiha eşkere kiriye: “Kêşe û pirsgirêkên welatiyan û pirsa kompaniyên Herêmê û Tirkiyê mijarên din ên hevdîtinê bû.”

Pêştir Serokê Yekîtiya Hawirde û Hinardekaran a Hewlêrê ragihandibû, sala borî qebareya bazirganiya navbera Herêm Kurdistanê û Tirkiyê gihiştiye asteke baş, ku nêzîkî 12 milyar dolar bûye.