Li Diyarbekirê di nava du hefteyan de 50 otomobîl şewitîn
Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê pileya germê ya zêde bandora xwe li trafîkê jî dike ku ji ber germahiya zêde gelek seyare jî şewitîne. Pisporên seyareyan hişyariyê didin ku seyareyên kontrola wan a 10 hezar kîlometreyî nehatine kirin bila dernekevin trafîkê.
Germahiya zêde bandora xwe li hemu qadên jiyanê dike ku îsal germahiyek derasayî heye û li Diyarbekirê jî demeke dirêj e pileya germahiyê derdora 45 pile ye ku ev yek di qada trafîkê de jî dibe sedema pirsgirêkan.
Li gorî daneyan li Diyarbekirê ji ber pileya bilind a germahiyê 50 seyare şewitîne. Pirraniya seyareyên ku şewitîne jî seyareyên kevin in ku xetereya herî mezin li ser seyareyên ku kontrola wan nehatiye kirin e. Pisporên seyareyan dibêjin gelek sedemên şewata seyareyan hene û bergiriya sereke jî kontrola rêkûpêk e.
Pisporê seyareyan Orhan Çinar ji K24ê re diyar kir: “Ya yekem germbûna hewayê ye, ya duyem germbuna motorê ye, seyare di wextê pêwîst de nayên kontrolkirin. Ev yek dibin sedem ku şewat di seyareyan de derbikeve. Seyareyên temenê wan mezin de jî zêdetir şewat rû dide.”
Temenê seyareyên ku ji ber germê şewitîne navbera 10 û 30 sal de ye ku ji dema germbuna hewayê ve jî xalên tamirata seyareyan dikin de hatçoya seyareyên aloz zêde bûye. Hosteyên seyareyan tamîr dikin jî balê dikêşin ku bi pirranî şewat di pergala elektrîkî ya seyareyê de dest pê dike ku qablo dihelin û dişewitin.
Hosteyê elektrîka seyareyan Mehmet Can Karahan ji K24ê re ragihand: “Dema hewa germ bû pirsgirêkên girêdayî şewatê jî zêde bûn. Dema hewa germ dibe motor germ dibe disincire û dibe sedem ku qablo jî bihelin . Ji xwe dema klima tên vekirin barê motorê girantir dibe û germtir dibe ku ev yek di seyareyên nehatine kontrolkirin de dibe sedema şewatê. Xurtûma sotemeniyê jî ber egzozê re derbas bibe û xurtûmê bihelîne dibe sedem ku sotemenî dilop bike û seyareyê bişewitîne.”
Saziya Keş û Hewayê ya Tirkiyeyê pêşbînî dike ku dê heta dawiya tebaxê gerimbuna hewayê berdewam be ku pispor bang dikin bila seyareyên temenê wan ser 10ê ye bê kontrol dernekevin rêyên dirêj.