Li Diyarbekirê bihayê xurekan %100 zêde bûne

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê bihayê xurekên wek birinc, savar, nîsk û gelek xurekên din ên sereke di nava salekê de %100 zêde bûne. Hilberînêr dibêjin bihabûn di kêmbûna hilberînê de çêdibe, lê her çiqas hilberîn zêde be jî bihabûn berdewam e.

Li Bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê girêdayî bilindbûna enflasyonê bihayên xurekan jî zêde dibe. Hiberîner, ango cotkar balê dikêşin ku dema ew berhemên xwe yên çandiniyê difiroşin bi bihayeke asayî difiroşin lê heta ku xurek digihîjin deste welatiyan bihayê wan bi awayeke zêde bilind dibin. Nûnerên cotkaran dibêjin hilberîn zêde ye û di asteke baş de ye û heta berhemên gelek cotkaran destê wan de mane, lê sedema sereke ew e ku saziyên fermî bi awayeke ciddî pişkinîna bazarê nakin û firoşkar jî li gorî serê xwe bihayan diyar dikin.

Serokê Jûra Çandiyê yê Sûrê Mehmet Demîr ji K24ê re got: “Em kedê didin, em hilberînê dikin, em zehmetê dikişinin û bi bihayeke normal didin firoşkaran lê ew 3 qat zêdetir difiroşin. Em kîloya nîskan didin 12 lîreyî lê firoşkar bi 25 lîreyî didin welatiyan. Em dxiwazin hikumet dest bavêje ser vê rewşê ku biha hinek erzan bibin.”

Li gorî daneyan bihayên xurekan li gorî sala borî %100ê zêdetir zam xwarine û ev yek dibe sedem ku wek berê danustan jî newe kirin. Firoşkar balê dikêşin ser lêçunan û dibêjin ji ber ku lêçunên wan zêde ne ew neçar dimînin zamê bikin.

Firoşkar Îbrahîm Basmacî dibêje: “Kîsê birinc par 800 lîre bû , beriya wê 300- 500 lîre bû û niha bûye 1000 lîre. Kîloya birinc 40 lîre ye, fasûlî 40 lîre ye, savar 20 lîre ye, nîsk jî 25 lîre ye.”