Saziyeke Amerîkî: Herêma Kurdistanê aboriya xwe berfireh dike

Saziyeke Amerîkî li ser çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê behsa wê yekê dike ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya hewlên xwe de ji bo bihêzkirina Herêma Kurdistanê, niha li ser rêrewa cûrbicûrkirina aboriyê ye.
Beşek ji projeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku îsal hatine ragihandin
Beşek ji projeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku îsal hatine ragihandin

Hewlêr (K24) – Saziyeke Amerîkî li ser çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê behsa wê yekê dike ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya hewlên xwe de ji bo bihêzkirina Herêma Kurdistanê, niha li ser rêrewa cûrbicûrkirina aboriyê ye.

Saziya Atlantic Council of United States di raportekê de ku li ser malpera fermî ya saziyê hatiye belavkirin, diyar dike ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi çendîn rêyan hewla bihêzkirina Herêma Kurdistanê daye, ji wan; dîjîtalkirina fermangehên hikûmetê, çaksaziya îdarî, pêşvebirina çandiniyê, pêşxistina sîstema bankî.

Li ser bihêzkirin û pêşvebirina aboriyê, di raportê de hatiye, pêşvebirina aboriyeke bihêz pêwîstî bi çendîn faktorên girêdayî hev heye, ku li gor rewşa welat, faktor jî diguherin.

Di raporta Atlantic Council of United States de hatiye destnîşankirin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li wan navçeyan veberhênan kiriye ku hikûmetên xwecihî berpirsyariyên wan wergirtiye.

Projeya herî dawî ya geştyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê projeya geştyariyê ya Kornîşa Delal a li Zaxoyê bû ku vê hefteyê di merasîmekê de ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat vekirin.

Hatiye destnîşankirin ku geşbûna aborî û xweşguzeraniyê, pêwîstiya wê bi bazareke vekirî heye, tê de rikeberiya azad û dadperwerane pêşve biçe û astengî werin kêmkirin û qadeke wekhev ji bo geşepêdana bazirganiyan were misogerkirin.

Atlantic Council of United States di raporta xwe de diyar dike, yek ji stratejiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê rûbirûbûna hejarî û destgihiştina her kesî bo derfetan e, ji bo vê yekê jî çendîn destpêşxerî hebûne, wek nimûne; dabînkirina piştevaniya darayî ji bo karsazên biçûk û ciwanên xwedî kar ligel damezrandina enstîtuya dahênan û nûgeriyê ku yek ji armancên dirustkirina kanalên pêwendiya rasterast bo damezrandina dahêner û akademîsyenan ji bo xizmeta Herêma Kurdistanê, herwiha hêsankarî û zemînsazî dibe ji bo proje û pêşniyarên wan.

Herwiha bal dikşîne ser wê yekê ku Hikûmeta Herêmê li xwe mikur hatiye ku kêmasî di sîstema darayî de heye, loma bi standardkirina bankî li Herêma Kurdistanê, hewl daye kêmasiyên sîstemê ji holê rake.

Mesrûr Barzanî li ser bihêzkirina aboriya Herêma Kurdistanê, 14ê Hezîrana îsal di merasîma vekirina Banka Cîhan de ragihand, sîstema bankî stûneke sereke ya bihêzkirina aboriya Kurdistanê ye û nabe bank tenê cihê hewalekirina pereyan be û got: “Me giringiyeke mezin daye bihêzkirina jêrxaneya aborî ya Herêma Kurdistanê.”

Saziya Atlantic Council of United States saziyeke Amerîkî ye di warê karûbarên navdewletî de û di sala 1961ê de hatiye damezrandin û niha 16 navendên herêmî û bernameya aktîv a girêdayî asayîşa navdewletî û xweşguzeraniya aboriya cîhanî birêve dibe.