Kesayetiya niştimanperwer a Efrînê Xelîl Ezet koça dawiyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Kesayetiya niştimanperwer û endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) ê ji herêma Efrînê Xelîl Ezet koça dawiyê kir.

Kesayetiya niştimanperwer û endamê Encûmena Herêmê ya PDK-Sê Xelîl Ezet duhî danê êvarê li nexweşxaneyeke Efrînê di 79 saliya xwe de koça dawiyê kir.

Xelîl Ezet sala 1944 li gundê Bedîna yê Efrînê ji dayik bû, di ciwaniya xwe de tevlî tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê bûbû û bi dirêjahiya jiyana xwe, xizmeta gel û doza Kurdî dikir.

Xelîl Ezet ji ber kar û xebata xwe, rastî gelek astengiyan ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatibû û ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên rêjîmê ve hatibû girtin.

Bi beşdariya hejmarek mezin ji kesayetî û cemawerê Efrînê, temê Xelîl Ezetî îro 22ê Tebaxa 2023an li goristana gundê Bedîna bi xakê tê spartin.