Li Suweydayê bo roja sêyemîn xwepêşandan berdewam in

Navenda Nûçeyan (K24) – Bo roja sêyemîn li ser ve, bi sedan welatiyên Suweydayê li dijî xirabûna şert û mercên jiyanê û bilindbûna bihayên kelûpelan, li navenda bajêr xwe pêşan didin.
Li gorî platformên xwecihî, bi sedan welatiyên bajarê Suweydayê yê li başûrê Sûriyê, bo roja sêyemîn li ser hev dest bi gireveke giştî kirine û nerazîbûna xwe li hember xirabûna rewşa aborî û buhayan nîşan didin.
Ev greva li vê parêzgeha ku di destê rêjîma Sûriyê de ye, piştî biryara hikûmetê ya vê heftiyê tê , ku piştgiriya li ser sotemeniyê rakiribû, vê yekê jî bandoreke nerênî li ser jiyana welatiyan kiriye û her tişt pê re buhatir bûye.
Di grevê de, pankartên wek “Em dixwazin bi rûmet bijîn. Em daxwaza berdana girtiyan dikin. Em ji zarokên xwe re siberojeke baştir dixwazin. Azadî û serxwebûna gelan ji posta Serokomar mezintir e” hatibûn bilindkirin.
Bajarê Suweydayê ku keleha kêmîneya Durizî li Sûriyê tê zanîn, di krîza 12 salî a Sûriyê dûrî rewşa şer û pevçûnan mabû, lê bandora têkçûna rewşa aborî li ser parêzgehê, dibû sedem ku hin caran xwepêşandanan derkevin.