Li Dêrsim, Çewlîg û Bidlîsê berhemanîna hinguv ji sedî pêncî daketiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber rewşa keşûhewayê îsal li Dêrsim, Çewlîg û Bidlîsê, berhemanîna hinguv ji sedî pêncî daketiye.
Li Çewlîg, Dêrsim û Bidlîsê, dema vekirina kiwarên hinguv e. Li gor salên borî ji sedî pêncî daketina berhemanînê heye ku sedema bingehîn a wê yekê jî, guherîna keşûhewa û nebûna baranê ye.
Li gel krîza keşûhewayê ya cîhanî, çêkirina bendavan, kêmbûna rêjeya daristanan û ziyanên jîngehê, berhemanîna hinguv anîye asta herî jêr.
Mêşvan dibêjin, guherîna keşhewayê wiha kiriye ku êdî sal bûye du werz, zivistan û havîn, ev yek jî ziyanê digihîne gul û kulîlkan û berhemê kêm dike.
Berhemhênerên hinguv dibêjin, pêwîst e rêkarên pêwîst ên parastina ji nexweşiyan û şewata daristanan bêne û kesên ziyar dîtine bêne qerebûkirin, ta ku ev pîşe berdewam bibe û bi demên dirêj re neyê windakirin.
Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di hilberîna hinguv de di cîhanê de di rêza duyemîn de cih digire û ji sedî 92 ê tevaya hinguvê merxê ê cîhanê berhem tîne. Mugla, Meletî, Riha, Wan, Îzmîr û Rîzeyê bi pîşesaziya hinguv navdar in.