Li Zapê leşkerekî din ê Tirkiyê canê xwe ji dest da

Leşkerên Tirkiyê
Leşkerên Tirkiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê di daxuyaniyekê xwe de aşkere kir, li navçeya Operasyona Pençe Kilîtê, leşkerekî wan ji çiyê ketiye û canê xwe ji dest daye.

Ev e çaremîn leşker e ku li Zapê di nava pênç rojên dawî de canê xwe ji dest dide. Herwiha di pênç rojên borî de sê leşkerên Tirkiyeyê di encama êrîşên PKKê de canê xwe ji dest dabû.

Artêşa Tirkiyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna çekdarên PKKê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.