Kirgizîstanê 31 jin û 64 zarokan ji kampên Rojavayê Kurdistanê wergirtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Komara Kirgizîstanê 31 jin û 64 zarokên welatiyên xwe yên ku li kampên li Rojavayê Kurdistanê ne vegerandin.

Wezareta Derve ya Kirgizîstanê duhî Çarşemê di daxuyaniyekê de ragihand, 31 jin û 64 zarok bi firokeyeke taybet ji Sûriyê bo Kirgizîstanê hatine veguhestin.

Herwiha Kirgizistanê spasiya pêşkêşî Sindoqa Netewên Yekgirtî ya Zarokan (UNICEF) û Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor kir, ji bo pêşkêşkirina alîkarî, piştgiriya madî û teknîkî ji hikûmeta Amerîkayê re, ku di serkeftina proseya vegerê de bûn alîkar.

Li gorî daxuyaniya Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya, şandeke Komara Kirgizîstanê bi serokatiya Nûnerê Wezareta Derve ya Kirgizîstanê Paket Kadîrov serdana herêmê kir.

Di 16ê Sibatê jî de, Kirqîzistanê 18 jin û 41 zarokên welatiyên xwe yên ku li kampên li Rojavayê Kurdistanê hatine ragirtin, vegerandibûn.

Nêzîkî 56 hezar kesên ji nêzîkî 60 welatî ku piraniya wan jin û zarokê DAIŞê ne, li kampên Hol û Roj ên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de dijîn.