Hikûmeta Herêma Kurdistanê mehan e zêdetirî 23 milyar dînar ji bo xizmetên tenduristiyê xerc dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Her mehê zêdetirî 23 milyar dînar ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên tenduristiyê li Herêma Kurdistanê tê xerckirin.

Fermangeha Medya û Zanyariyan belav kir, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî zext û astengiyên darayî yên Bexdayê, mehane zêdetirî 23 milyar dînar ji bo dabînkirina xizmetguzariyên tenduristiyê ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê xerc dikin.

Li gorî amarên Wezareta Tendirustiyê, 135 nexweşxaneyên giştî hene ku 83 ji wan nexweşxaneyên giştî ne û ji aliyê hikûmetê ve tên fînansekirin û gelek xizmetguzariyên tendirustiyê, bê pere yan jî bi nirxên piştgirkirî, pêşkêşî welatiyan dikin.

Li gorî amaran, 1047 navendên tenduristiyê di du demên cuda de li tax, navçe û gundên dûr, xizmetên tenduristiyê yên bêpere pêşkêş dikin, ku li piraniya wan taqîgeh, alavên tîşkê, sonar û bijîşkên pispor û dermanxane hene.