Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11ê Îlona 2023an, pêşwazî li Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski û şanda pê re kir.

Hewlêr (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11ê Îlona 2023an, pêşwazî li Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski û şanda pê re kir.

Mijara sereke ya hevdîtinê, gotûbêjkirina mafên destûrî û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê yên di yasaya budceya federal de bûye.

Serokwezîr eşkere kiriye ku mixabin hinek alî hene ku dixwazin bi awayekî nerewa û li derveyî yasaya budceyê, serederiyê ligel Herêma Kurdistanê bikin, di demekê de ku şanda danûstankar a Herêmê data û zanyariyê bi hûrgilî û xwegirêdana bi belgeyên yasayî û destwerdanên wan pêşkêşî aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Federal kirine. Loma pêwîst e wek parêzgehên Iraqê, mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê jî were şandin û mafên wan neyên binpêkirin.

Her du alî hevnêrîn bûne li ser girîngiya çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê û bi rêya gotûbêj û danûstandinan.

Mijareke din a civînê, gotûbêjkirin bûye li ser bûyerên van demên dawî yên Kerkûkê. Li ser vê mijarê tekezî li girîngiya asayîkirina vegera baregehên PDKê û parastina asayîş û seqamgîriya rewşa Kerkûkê hat kirin.