Li Tirkiyê 88 koçberên neyasayî hatin desteserkirin

Li Tirkiyê beriya ku bi rêya deryayê ber bi Ewropayê koç bikin, 88 koçber hatin desteserkirin.
wêne: arşîv
wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyê beriya ku bi rêya deryayê ber bi Ewropayê koç bikin, 88 koçber hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyên ajansa AAyê, 88 koçber li qezaya Şarkoy a ser bi parêzgeha Tekîrdagê, bi gumana koçkirina ber bi Ewropayê bi rêya deryayê ve di nav belemeyekê de hatin desteserkirin.

Hat ragihandin ku koçber bi regezên Efxanî, Sûrî û Iraqî ne û radestî dezgeha koçberan a parêzgehê hatine kirin.

Pêştir jî malpera Fermandariya Asayîşa Peravên Tirkiyê ragihandibû, roja 20ê Hezîrana 2023an, 52 koçberên neyasayî ku hewl dane bi awayekî neyasayî biçin derveyî Tirkiyê, li peravên Îzmîrê yên li rojavayê Tirkiyê hatine desteserkirin.