Arî Hersîn: Yekrêziya Kurdan li Bexdayê bandoreke wê ya girîng hebû

Navenda Nûçeyan (K24) – Endama xule çarem a Parlamentoya Kurdistanê Arî Hersîn dibêje, serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê di vê demê de gelekî girîng bû. Herwiha got: Têkçûna pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, Ne di berjewendiya ti kesî de ye.”

Arî Hersîn ji K24ê re got: “Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şanda pê re bo Bexdayê gelek girîng bû, yekrêziya Kurdistanê di vê serdanê de cihê kêfxweşî û hêviyê bû û civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel fraksyonên Kurdistanî yên parlamentoya Iraqê jî gelek girîng bû.”

Got jî: “Yekitiya Kurdan ku li Bexdayê hat dîtin û bandoreke wê ya girîng hebû. Têkçûna aramiya Hewlêr û Bexdayê ne di berjewendiya ti aliyekî siyasî yê Iraq û Herêma Kurdistanê de ye.”

Got jî: “Eger civîna roja yekşemê ya Encûmena Wezîran a Iraqê û hemû danûstandinên ligel Bexdayê bê sûd bin, divê em li xwe vegerin û biryareke yekalîker bidin. Nabe em xwe wek birayên biçûk û xizmetkarên ti neteweyên din bibînin, ji ber ku em jî wek her miletî xwedî maf in.”

Arî Hersîn got: “Yekrêziya Herêma Kurdistanê bi wê yekê tê parastin ku YNK û PDKê baweriyê bi hev bînin, divê bernameyeke niştimanî jî hebe ku em li ser wê yekê hevnêrîn bin ji bo berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê.”

Tekez kir jî: “Dewleta Iraqê bêyî Herêma Kurdistanê, dewleteke lawaz û têkçûyî ye, eger kî serokwezîr be jî. Herêma Kurdistanê aramtirîn cih e li Iraqê, baştirîn cihê bazirganî, geşbûn û pêkvejiyanê ye.”

Roja Pêncşemê 14ê Îlona 2023an, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û endametiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah û Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm pêk tê, ji bo çareserkirina pirsgirêkan gihîşt Bexdayê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî duhî 15ê Îlonê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ew çaverêya civîna roja yekşemê ya Encûmena Wezîran a Iraqê dikin û got, du pêşniyar ji bo çareserkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê pêşkêş kirine.