Tirkiye 600 penaberên din ên Sûrî dersînor dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilatên Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de zêdetirî 600 penaberên Sûriyê dersînor kirin. Herwiha hejmarek kesên dixwastin derbasî Tirkiyê bibin jî vegerandin.
Li gor malpera “North Press”, desthilata Tirkiyê duhî Çarşemê 16ê Îlonê, zêdetirî 175 penaberên Sûrî di deriyê Serê Kaniyê re û 440 penaber di deriyê Bab El-Hewa re ji nava xaka xwe dersînor kirin û radestî grûpên çekdaran ên girêdayî xwe ve kirin.
Li gorî zanyariyan, proseya dersînorkirinê piştî wergirtina hemû belge û pencemorên tiliyên penaberên hat kirin, ji bo nikaribin careke din vegerin.
Demek e hikûmeta Tirkiyê rojane hejmarek penaberên Sûrî vedigerîne herêmên Idlib, Ezaz, Serê Kaniyê û Girê Sipî. Çalakvanên Sûrî jî dibêjin, proseya vegerandina penaberan bi darê zorê tê kirin û bang li civaka navdewletî dikin ku bi erkê xwe li hember vê rewşê rabin.
Li gorî zanyariyan, ji destpêka vê meha Îlonê ve, desthilatên Tirkiyê zêdetir ji 7200 penaberên Sûrî di deriyên Girê Sipî, Bab El-Selame û Bab El-Hawa re dersînor kirine.
Di vê çarçoveyê de, çavkaniyek ji Polîsa leşkerî li deriyê Girê Sipî ragihand, rayedarên Tirkiyê 28 girtiyên Sûriyê radestî hêzên ewlehiya deriyê kirin, di nav wan de kesên ku bi guleyên cendirmeyên Tirkiyê birîndar bûne hene, ku dema dixwestin derbasî hundirê Tirkiyê bibin, ji aliyê cendirmeyan ve hatibûn birîndarkirin.