Konsulê Amerîka: Amerîka û Herêma Kurdistanê rûbirûyê guhertinên keşhewayê dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê ragihand, Amerîka û Herêma Kurdistanê niha rûbirûyê guhertinên mezin ên keşhewayê dibin û got: “Bi hevahegiya bi hev re, em dikarin civakê ji guherîna keşûhewa biparêzin.”

Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Mark Straw îro di Konferansa Tyabet bi Tawanên Înternetî û Ewlekariya Eliktironî li Hewlêrê de; gotarek pêşkêş kir û tê de behsa çawaniya rûbirûbûna êrîşên sîber (Cyber) û bandorên guherîna keşûhewa kir.

Straw got: “Em bi hevalbendên xwe re, dixwazin pergalek parastina êrîşa sîber a bihêz û pêbawer ava bikin. Amerîka pabend e ku pergalên berevaniya zanyariyên elektronîkî pêşve bibe û li seranserê cîhanê li hember her kiryarên neberpirsiyar raweste.”

Derbarê guhartinên keşûhewayê de jî got: “Ez dibînim ku ev konferans dê bibe sedem ku em zêdetir girîngiyê bidin mijara guherîna keşûhewayê û hin destpêşxeriyan pêşkêş bikin. Em hêvîdar in ku ev konferans ji bo van pirsgirêkan çareseriyên rîşeyî bibîne û pêşkêş bike.”

Straw got: “Amerîka xwe wekî rêberê cîhanê di çareserkirina guhartinên keşûhewayê de dibîne û gavên baş avêtine ji bo çareserkirina wan guhartinan. Divê em hemû bi hev re ji bo kêmkirina gazên pîs kar bikin û Amerîka û hevalbendên wê ji bo vê yekê gavên dîrokî avêtine.”

Konsulê Amerîja got jî: “Amerîka û Herêma Kurdistanê niha rûbirûyî guhertinên mezin ên keşûhewayê yên wekî hişkesalî, şewata daristanan û bilindbûna pileyên germê. Bi hevahengiya bi hev re, em dikarin civakê ji guherîna keşûhewayê biparêzin.”

Straw got: “Me alîkariya Iraqê kir ku aboriya xwe bi rêya bernameyên alîkariyên mirovî biguherîne; em rayedarên Iraqî û Kurdistanê han didin ku bizavên xwe ji bo parastina çavkaniyên avê bidomînin.”