Mesrûr Barzanî pêşwazî li Rêvebirê Beşa Rojhilata Navîn û Asyayê ya Civaka Sant Egidio kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17ê Îlona 2023an, pêşwazî li Rêvebirê Beşa Rojhilata Navîn û Asyayê ya Civaka Sant Egidio Profesor Leonardo Gialoretti kir ku rêxistineke mirovahî ye û navenda wê li Roma ye.
Di hevdtinê de, Profesor Gialoretti kurteyek li ser kar û çalakiyên komeleyê pêşkêş kir. Her wiha pesnê pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên cuda, azadiya olî û mêvandariya bi sedhezaran koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo proje, kar û çalakiyên komeleyê nîşan da û hêviya serkeftinê ji bo wan xwast.