Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Em ligel Serokwezîrê Federal gihîştine lihevkirineke berhemdar

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17.09.2023an daxuyaniyek belav kir û tê de tekez kir, ew li gel Serokwezîrê Federal Mihemed Şiya Sûdanî li ser dabînkirina mûçeyên welatiyan, gihîştine lihevkirinek berhemdar. Herwiha spasiya hemû kesên ku piştgîriya serkeftina vê rêkeftinê kirine, kir.
Ev daxuyaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî wê hat, Encûmena Wezîran a Iraqê di civîna îro de pêşniyara şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê pesend kir û biryar da ku 700 milyar dînar wek deyn bo 3 mehan ji karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bê şandin.
Deqa peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Me bi piştbestin bi Xwedêyê mezin û îradeya bihêz a gelê me, me karî berevanî li mafên gelê Kurdistanê bikin û li gel Serokwezîrê Federal birêz Mihemed Şiya Sûdanî ji bo dabînkirina mûçeyên welatiyan, bigihin rêkeftineke guncaw.
Spas ji bo bihna dirêj a welatiyên xweragir ku baweriya xwe bi hikûmeta xwe jidest nedan.
Spasiya cenabê Serok Barzanî dikim ku ji bo derbaskirina wan astengiyan, piştevanî û rêberiya me kir.
Spas ji bo piştgirî û rola Serokê Herêma Kurdistanê ji bo piştgirî û serkeftina proseya danûstandinê li gel Hikûmeta Federal.
Spas ji bo aliyên siyasî yên Iraqa Federal ku piştevaniya me kirin.
Spas ji bo partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî û fraksyonên Kurdistanî yên li Parlementoya Iraqa Federal ji bo piştevanîkirin û hevdengiya wan bo dabînkirina mafê mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê.
Spas ji bo şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku bêyî westan û bi hesteke berpirsyarî karîn di vî erkê dijwar biser bikeve.
Bi piştevaniya Xwedêyê mezin emê berdewam bin di xizmetkirina welatiyên xwe yên xweşewîst de berdewam bin û rê nadin hewldanên nezok ku aramiya Herêma Kurdistanê têk bidin.