Myles Caggins: Serokwezîr Mesrûr Barzanî pabend e bi çaksaziya li Wezareta Pêşmerge

Hewlêr (K24) – Berdevkê berê yê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Myles Caggins ragihand, Amerîka dixwaze hêzên Pêşmerge pêşketî bin û got: “Wezîrê Pêşmerge divê kesekî wisa be ku hevsengiya navbera aliyên siyasî biparêze û ji bo dabînkirina alavên baş ji bo pêşmergeyan bixebite.”
Myles Caggins beşdarî bultena Jûrî Hewal a Kurdistan24ê bû û ragihand, îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê civîneke girîng encam da, herwiha di civînê de çaksazî û yekgirtina hêzên Pêşmerge hat axaftin, di nava sê salên borî de gelek axaftin li ser vê mijarê hat kirin, herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî gelek pabend e bi vê çaksaziyê.
Caggins diyar kir, xuya ye ku serkirdeyên serbazî yên li Wezareta Pêşmerge dixwazin bi hev re kar bikin, da ku yekbûna siyasî jî hebe, pêwîst e partiyên siyasî destwerdanê nekin di karûbarên serbazî û Wezareta Pêşmerge de.
Berdevkê berê yê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Myles Caggins destnîşankir, girîng e ku kesek ji bo Wezîrê Pêşmerge were danîn û li ser asta bilind a hêzên Pêşmerge hev bigrin, herwiha Pêşmerge şanazî ye ji bo Kurdistan û li hemû cîhanê bi nav û deng e, lê belê pêwîstiya wî bi çek, teknolojiya serbazî ya nû, rahênana pêşketî û modern heye, da ku ligel qehremaniya xwe yek bigre, me dît li hember DAIŞê çi şerek kir.