Encûmena Wezarî ya Aborî hawerdekirina temata, petate, xiyar û zebeşan qedexe dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser daxwaza Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo piştevaniya cotkaran û piştevaniya firotina berhemên wan ên çandiniyê di bazarên navxweyî de, Encûmena Wezarî ya Aborî ya Iraqê biryara rawestandina hawerdekirina temata, petate, xiyar û zebeş di deriyên sînorî yên naverast û başûrê Iraqê re pesend kir.

Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî ragihand, ji bo piştgirîkirina cotkaran û parastina berhemên navxweyî yên Herêma Kurdistanê, piştî hewlên me ligel Wezareta Çandiniyê ya Iraqê, Encûmena Wezarî ya Aborî biryar da ku li deriyên sînorî yên naverast û başûrê Iraqê hawerdekirina temata, petate, xiyar û zebeş bê qedexekirin.

Wezîra Çandiniyê got, ev pêngava girîng dê bi me re bibe alîkar ku em li ser hevahengî û karkirina bi hev re ji bo yekxistina (Rojnameya Çandiniyê) ji bo dabînkirina berjewendiya cotkarên Herêma Kurdistanê û Iraqê berdewam bin.

Wezîra Çandiniyê herwiha daxwaz ji cotkaran kir ku sûdê ji vê biryarê werbigirin û hêvî xwast ku ev bibe sedama firotina berhemên xwe û dabînkirina pêdiviyên welatiyên Herêma Kurdistanê.

Li gorî nivîseke Wezîrê Çandiniyê yê Iraqê Abbas Cabir Malikî ku ji ofîsa serokwezîrtiyê re hatiye şandin, tê de tekezî li ser berdewamiya biryara rawestandina hawerdekirina petata hatiye kirin û razemendî hatiye dayîn ku temate, xiyar û zebeş bên qedexekirin.

Herwiha di nivîsê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku rê ji bo veguhastina berhemên xwemalî ji Herêma Kurdistanê bo hemû parêzgehên Iraqê heye.