Hesen Ehmed: Pêwendiya PKK û YNKê ji aliyê stratejîk ve ziyanê digihîne Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Pisporekî karûbarên Tirkiyê dibêje, YNK dê di paşerojê de berdêla pêwendiyên xwe ligel PKKê bide. Bal kişand ser wê yekê ku Tirkiyê daxwaz kiriye ku PKK li Iraqê weke rêxistina terorîst bê ragihandin.

Pisporê karûbarê Tirkiyê Hesen Ehmed ji K24ê re ragihand, welat bi zihniyeteke şoreşgerî nayê birêvebirin, lê bi zihniyeta qanûnî, rêveberî û dîplomasiyê tê birêvebirin.

Herwiha got, her kesê ku hincetan bide du hêzên mezin ên Rojhilata Navîn, Îran û Tirkiyê, xiyanetê li vî miletî dike û xizmeta vî miletî nake. Têkiliya hevalên Silêmanî bi PKK’ê re, ziyaneke stratejîk e ji bo Kurdistanê, PKK serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê nas nake, YNK dê di dawiyê de berdêla wê bide.

Pisporê karûbarê Tirkiyê got: “YNK bi vî awayî nikare aramiya Silêmaniyê biparêze û civaka navdewletî, siyaseta niha û nifşê niha jî nikarin berdewamiya aloziyan tehemûl bikin. Eger wiha berdewam bike, dê ev yek neyê qebûlkirin û Amerîka dê çareseriyekê ji rewşê re bibîne.”

Hesen Ehmed tekez kir: “Pêwîst e rêhevalên YNKê bi awayekî cidî biryarê bidin ka ew şoreşgeriyê bi zihniyeta çiya dikin, yan jî desthilatdar in û hikûmetê birêve dibin. Mînak eger ew şoreşê bikin, bila rabigihînin, hêzên xwe bi PKK’ê re bikin yek û xelkê jî ji aliyê psîkolojîk ve ji şer re amade bikin û şoreşa xwe bidin destpêkirin. Eger vê yekê nakin, divê serweriya welatên cîran û serweriya gelê me û Iraqê li ber çavan bigirin.”

Hesen Ehmed amaje bi wê yekê jî kir, ku niha metirsî li ser Herêma Kurdistanê û xelkê wê heye û tekez kir, nabe ti hêz hincetan bide Tirkiye û Îranê.

Wî pisporê karûbarên Tirkiyê got: “Dema Hakan Fîdan hat Iraqê, di odeyên girtî de ji rayedarên Iraqê xwast ku di rûniştina Parlamentoya Iraqê de, PKK'ê weke rêxistina terorê nas bikin.”

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Yaşar Guler îro ragihandibû, “Em berdewam hişyariyê didin Bafil Talebanî ku dest ji piştgiriya PKKê berde û pêwendiyên xwe yên ligel wê rêxistinê qut bike, eger na rewşa siberojê di berjewendiya Silêmaniyê de nabe.”