Cemiyeta Rojnamegeran peyamnêr û wênegirê K24ê li Diyarbekirê xelat dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêr û wênegirê K24ê yên Diyarbekirê di Pêşbaziya Nûçeyan a Cemiyeta Rojnamevanan de xelata nûçeya herî baş a bi kurdî wergirtin.

Peyamnêr û wênegirê K24ê yên Diyarbekirê Mahîr Yuksel û Hakan Erkiran şeva borî di Pêşbaziya Nûçeyan a Cemiyeta Rojnamevanan de xelata nûçeya herî baş a bi kurdî wergirtin.

Tîma Kurdistan24ê li Diyarbekirê bi raportekê derbarê gundê Kûyûmcûlar ê Mereşê ku ji ber erdheja 6ê Sibatê ziyaneke mezin dîtibû, beşdarî pêşbirkê bû.

Mahîr Yuksel û Hakan Erkiran di 20ê Sibata 2023an de di raporekê de rewşa gundiyan û ziyanên erdheja gundê Kuyumkulari ku piraniya xaniyên wê rûxiyabûn veguhastibûn.

Nûçeya ku xelat wergirtiye: Li gundê Kûyûmcûlar ji 55 avahiyan 52 avahî rûxiyan