Di 8. Hevdîtina Aliman a li Diyarbekirê de banga çareserkirina pirsa Kurdî hate kirin
Diyarbekir (K24) – Di 8. Hevdîtina Aliman a li Diyarbekirê hatî li darxistin de yek ji mijarên hatîn nirxandin jî çareseriya pirsa kurd bû ku zanayên olî yên beşdarî hevdîtinê buyîn bang li alema îslamê kirin ku sûdê bidin çareseriya pirsa kurd.
Li Diyarbekirê ji aliyê Yekîtiya Alim û Medreseyan ango Îttîhadul Ûlema ve Hevdîtina Aliman a 8. hat li darxistin û bi pêşkêşiyên beşdaran pirsgirêkên alema îslamê hatin nirxandin û pêşniyarên çareseriyê jî hatin pêşkêşkirin. Pêşkêşiyên axaftvanan zimanên kurdî, tirkî û erebî hatin kirin û yek ji prsgirêkên hatîn nirxandin jî pirsa kurd bû. Beşdarên civînan di axaftinên xwe de amaje kirin ku divê pirsa kur dli gorî mafên rewa yên kurdan di çarçoveya mirovî û olî de were çareserkirin û qada akademîjk jî divê sudê bide çareseriyê.
Mele Mezher Qorasanî ji K24ê re got: “Gelek pirsgirêkên alema îslamê hene, yek jî pirsa kurd e. Êdî dem hatiye ku pirsa kurd li gorî pîvanên zanistî were çareserkirin, divê qada akademîk jî sudê bide çareseriya pirsa kurd.”
Di hevdîtinê de ji Herêma Kurdistan, Tirkiye, Misir, Urdun, Kuweyt, Îran, Lubnan û Iraqê jî alimên olî beşdar bûn û amadekarên bernameyê jî amaje kirin ku divê kurd jî wekî neteweyên din mafên xwe yên rewa bi dest bixin.
Amadekarê Hevdîtina 8. Aliman Mahmut Kiliç dibêje: “2 pirsgirêkên mezin ên rojhilatanavîn hene, yek jê pirsa kurd e, yek jê pirsa filistîn e û. Divê kurd jî wekî millete din xwedî mafên xwe bin. Kurd û tirk û ereb û faris xwedî kîjan mafî bin divê kurd jî xwedî wan mafan bin.”
Zanayên olî balê dikêşin yek ji mezintirîn pirsgirêkên Rojhilatanavîn Pirsa Kurd e û bang li alema îslamê tê kirin ku divê giraniya xwe bide çareseriya pirsa kurd ku ev yek dê sudê bide vegera aramiyê bo Rojhilata Navîn jî.