Serok Barzanî û Mihemed Hacî Mehmûd rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî û Serokê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê rewşa dawî ya siyasî ya Iraqê û pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de gotûbêj dikin.

Serok Mesûd Barzanî îro 1ê Cotmeha 2023an, pêşwazî li Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd kir.

Li gorî baregeha Barzanî, Di hevdîtinê de gotûbêj li ser pêşhatên dawî yên siyasî yên Iraqê, pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê hatin kirin.