Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê: Boriya petrolê ji bo hinardekirinê amade ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê dibêje, boriya petrolê ji bo hinardekirina petrolê ber bi bendera Ceyhanê ji îro pê ve amade ye.

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar di Konferansa Petrol ya Ebû Dhabî de got, zêdetir ji 40 salan e rojane nêzîkî nîv milyon bermîl petrol bi rêya bendera Ceyhanê tê hinardekirin. Niha jî boriya petrolê ji bo dubare hinardekirinê amade ye û ew kar dikin ku vê heftiyê careke din petrolê hinarde bikin.

Herwiha got: Karê boriya petrolê dê vê heftiyê dîsa dest pê bike û piştî destpêkirina hinardekirinê dê rojane nîv milyon bermîl petrol bi rêya boriya petrolê ya Iraq û Tirkiyê bo bazarên cîhanê bê hinardekirin.

Piştî biryara Dadgeha Navdewletî ya Hakemaniyê ya Parîsê di (25.03.2023) de, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhanê hatibû rawestandin.

Nêzîkî 7 mehane hinartina petrola Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhanê hatiye rawestandin û ev yek jî ziyanê digihîne bûdce û jêrxana Iraq û Herêma Kurdistanê û bûye sedema kêmbûna nêzîkî nîv milyon bermîlan li bazara cîhanî ya enerjiyê.

Pêşangeh û Konferansa Petrolê ya Navdewletî ya Abu Dhabi (ADIPEC) 2023, îro dest pê kir û dê heta 5ê Cotmehê bidome.

Ev Konferans yek ji bûyerên herî girîng ên di sektora petrolê ya cîhanî de tê zanîn, ji ber ku serkirde û pisporên payebilind ên di vî warî de kom dike.