Hejmara kuştiyên Îsraîl û Filistînê zêde dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand, di encama bombebarana Îsraîlê ya li ser Karta Xezzayê de, 256 kes hatine kuştin û 1788 kes jî birîndar bûne. Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê jî piştrast kir ku zêdetir ji 300 kes hatine kuştin û zêdetirî 1600 kes jî birîndar bûne.

Duhî danê sibê ketîbeyên Qessamê yên yên Tevgera Hemasê bi hevparî bi Seraya Qudsê re operasiyona “Tofana Eqsa” li ser Israîlê dest pê kir û di daxuyaniyekê de diyar kir ku wan zêdetirî pênc hezar mûşek arasteyî her yek ji bajarên Televîvê û Sîdortê û Bîr Sebhê kirine. Herwiha çekdarên Hamasê derbasî bajarên Îsraîlî bûn, bi dehan kes kuştin û revandin.

Firokeyên Îsraîlî jî çend êrîşên tund li ser Karta Xezzayê bersivan da êrîşên Hemasê û di encamê de bi sedan kuştî û birîndar ketin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê îro 8ê Cotmeha 2023ê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya bombebarana Îsraîlê de, 256 welatî ku di nava wan de 20 zarok hene hatin kuştin û 1788 kes birîndar bûne, di nava wan de, 121 zarok bi giranî birîndar bûne.

Ji aliyekî din ve, Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlî jî li ser hejmara kuştiyan a dawîn piştrast kir ku 300 kes mirine û zêdetirî 1600 kes jî birîndar bûne.

Berdevkê artêşa Îsraîlê îro got ku operasyonên leşkerî yên bi Hemasê re îro yekşemê jî li 8 deverên derdora Karta Xezzayê berdewam in.

Her wiha jêderên ewlekarî ragihandin, îro danê sibê topên ku ji xaka Libnanê hatin avêtin, li baregeheke leşkerî ya Israîlî ya li zeviyên Şebaa ketin.

Hat ragihandin jî, piştî wê topbaranê Îsraîlê dest bi bombebarankirina xaka Lubnanê kiriye. Artêşa Îsraîlê her wiha got, dronekê binesaziya Hizbullaha Lubnanî li ser sînorê Lubnanê bombebaran kir.

Ev yek di demekê de ye, Brazîlyayê banga civîneke awarte li Encûmena Asayişa Navdewletî kir, ji bo rawestandina aloziyê di navbera Filistîn û Israîlî de.

Wezareta Derve ya Brazîlyayê di daxuyaniya xwe de got: “Em bi hemû hêza xwe hewl didin, ta ku ku rewşa di navbera Filistîn û Îsraîlî de gurtir nebe.”

Herwiha got jî: “Em rêze bombebaran û êrîşên ku ji Karta Xezzayê ve li li ser Îsraîl hatine kirin şermezar dikin û em hevgirtina xwe bi Îsraîlê re radigihînin.”