Serokê Herêmê û Balyozê Yekîtiya Ewropayê rewşa penaberan û rêgirtina li koça neyasayî gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 11ê Cotmeha 2023an pêşwazî li Balyozê nû yê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Thomas Siller û şanda pê re kir.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, di hevdîtinê de, Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Siller weke Balyozê nû yê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de xwast. Herwiha piştevaniya Herêma Kurdistanê ji bo kar û çalakiyên wî û hevahengiya ligel Yekîtiya Ewropayê nîşan da.

Ji aliyê xwe ve, Balyozê Yekîtiya Ewropayê xweşhaliya xwe ji bo hevdîtina bi Serokê Herêma Kurdistanê û karkirina li Iraqê nîşan da û kurteyek derbarê planên xwe yên paşerojê li Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê aborî, aramî û mafên mirovan de pêşkêş kir.

Rewşa penaberan, mekanîzmayên rêgirtina li koça neyasayî û çendîn mijarên cihê giringiya hevbeş jî, di civînê de hatin gotûbêjkirin.