Encûmena Wezîran: Pêwîst e karmend mehane mûçeyê xwe bi rêya saziyên fermî yên Hikûmeta Herêmê werbigirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi serperiştiya Serokwezîrê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, îro Çarşemê Encûnema Wezîran a Herêma Kurdistanê civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi navê Encûmena Wezîran pîrozbahî li serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir, bi boneya girêdana pêncemîn kongreya YNKêm bi hêviya ku ev kongre bibe derfeta xebata hevbeş a hemû aliyên siyasî yên Herêmê, ji bo çareserkirina pirsgirêkan û yekrêziyê ji bo dabînkirin û parastina maf û desthilatên Herêmê li Bexdayê, bi taybetî pirsa mûçe û bûdceya Herêmê.

Di beşa yekem a civînê de, Serokê Fermanfega Hevahengî û Çavdêriyê Ebdulhekîm Xesrew dawîn pêngav û pêşkeftinên karnameya mûçeyan ji aliyê tîma hevbeş a her du Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federalî û Herêmê pêşkêş kir ku hefteyek e dixebitin. Ev pêngav jî destpêşxeriya şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Serokwezîr bû di dawî serdana bo Bexdayê de.

Herwiha di civînê de behsa hevahengiya wezaret û saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin, ku hemû zanyariyên pêwîst ji bo komîteya hevbeş hatine pêşkêşkirin, bi vî awayî jî ew tişta ku li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, hatiye cîbicîkirin û êdî erkê hikûmeta federalî ye mûçeyên mûçexurên Herêmê bi rêya saziyên fermî yên Hikûmeta Herêmê, dabîn bike û bi nakokiyên siyasî û erkên siyasî girê nede. Pêwîst e bi yek çavî li hemû mûçexwaran binêre li seranserê Îraqa Federal, ku welatiyên Îraqa Federal û Herêma Kurdistanê jî li pêş yasayê wek hev in û nabe bi çi behanekê cudakarî di dayîna mûçeyên karmendan de bê kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê berî niha hemû dane û zanyariyên derbarê mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bi awayekî gelek zelal û şefaf û bi sîstemeke elektronîkî ya pêşkeftî ya biyometrîk tomar kirine û pêşkêşî aliyên peywendîdar ên hikûmeta federal kirine. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya sînor û desthilatên ku di destûrê de hatine diyar kirin û li gor pêwîstiyên sîstema federalî di warê darayî de, dê li ser hewlên xwe berdewam bin. Ji ber vê yekê, erkê hikûmeta federal e ku erkên xwe yên destûrî bi cih bîne, nemaze ji ber ku agahdariya tam li ser hejmara karmendan, rêjeya mûçeyên wan û yasa û rêzikên têkildar hene. Di heman demê de, nexşeya bûdceya federalî jî, pereyên pêwîst ji bo karmendên mûçeyên Herêmê terxan kirine û behaneya firotin û hinardekirina petrolê nemaye ji bo mafên Herêmê werin rawestandin. Ji ber wê jî divê mûçeyên Herêma Kurdistanê weke hemû mûçeyên parêzgehên Iraqê, mehane bê pirsgirêk û astengî bi rêya saziyên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê werbigirin.

Xala duyem jî taybet bû bi rêkar hewlên ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê bi rêya bendera Ceyhanê û dawîn pêşhatên vê pirsê di navbera Iraq û Tirkiyê de û amadekariyên herêmê û kompaniyên petrolê bû, ku ji aliyê Wezîrê Samanên Sirûştî bi wekalet Kemal Mihemed Salih ve bi raporekê hat pêşkêşkirin. Di raporê de hat gotin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî cîbicîkirina yasaya bûdceyê di 25ê Hezîrana îsal de, pêbend bûye ku petrola xwe ya rojane radestî Wezareta Petrolê ya Federal bike, bi rêjeya petrola ku wan ji bo karanîna navxweyî daxwaz kiriye, bêyî ku hikûmeta federal xercê berhemanîn û veguhestinê bide. Ev jî niyazpakiya Herêmê nîşan dide.

Di heman demê de, Herêma Kurdistanê rêkeftina di navbera Wezareta Petrolê ya Federal, Wezareta Samanên Sirûştî û kompanyayên berhemhêner de derbarê xerciya de, bi girîng zanî heta ku destpêkirina hinardekirina petrolê bi rêya bendera Ceyhanê serkeftî be ku ji roja 25ê Adara îsal ve petrol hatiye rawestandin û ziyaneke madî ya mezin li dahata giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye.

Piştre, Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan Aydin Marûf raportek li ser rewşa giştî ya pêkhateyan li Herêma Kurdistanê pêşkêş kir ku çendîn pêşniyar û rasperde ji bo zêdetir pêşdebirin û bihêzkirina rewşa pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyên olî û etnîkî li Herêma Kurdistanê de û parastina mafên wan ên rewa hatin kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku “pêkvejiyana aştiyane, yek ji ronîtirîn taybetmendiyên ezmûna Herêma Kurdistanê ye ku em pê serbilind in û ji bo parastin û pêşxistina wê pêkvejiyanê çi pêwîst be emê bikin, ji bo ku Kurdistan wek herdem navend û landika aram ya netewe, ol û çandên cuda be û em hemû li Kurdistanê ku welatê me hemûyan e di nava aştî û xweşewîstî de bijîn.