Mesrûr Barzanî pêşwazî li hejmarek şêwirmendên Serokatiya Encûmena Wezîran a Federal kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11ê Cotmeha 2023an, pêşwazî li hejmarek şêwirmendên Serokwezîrê Federalî kir.

Di hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr kurteyek derbarê peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal, pirsgirêk û kêşeyên di navbera her du aliyan de û awayê çareserkirina wan li ser bingeha destûr û rêkeftinan, pêşkêş kir.

Serokwezîr tekezî li ser wê yekê kir, piştî rûxana rejîma Beis, Herêma Kurdistanê bi awayekî çalak û bi bandor beşdarî di avakirina Iraqeke nû û proseya siyasî de kir, bi armanca ku dewleteke demokratîk û federal li şûna rêjîma dîktator a berê ya Iraqê bigire. Beşdariya Herêma Kurdistanê li ser sê prensîpên sereke, hevparî, hevsengî û lihevkirinê bû, lê mixabin piştre hewl piştguhxistin û lawazkirina qewareya yasayî û destûrî ya Herêma Kurdistanê hat dayîn.

Serokwezîr tekezî li ser wê yekê kir ku divê rêz li Destûra Iraqê û sîstema federalî bê girtin û bê bihêzkirin û bê pêşxistin û di vê çarçoveyê de jî reftar bi Herêma Kurdistanê bê kirin, ne bi zihniyeteke navendî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: Îraq welatekî dewlemend e di warê samanên sirûştî û mirovî de û xwedî pêgeheke ciyopolîtîk a girîng li herêmê ye û tenê pêwîstî bi rêvebiriyeke baş heye ku bi awayekî wekhev û dadperwer serederî bi hemû welatiyan û pêkhateyên cuda re bê kirin.

Di derbarê pirsgirêk û nakokiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de jî, Serokwezîr got, eger îrade û niyazpakî hebe, çareserkirina pirsgirêkan ne zehmet e.

Serokwezîr di warî de got: “Em pabendbûn û amadebûna xwe ji bo çareserkirina kêşeyan di çarçoveya destûr û rêkeftinan de dubare dikin û piştgirî didin karnameya hikûmeta federal û hewlên Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan. Bi taybetî pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêmê, ku divê weke hemû navçeyên din ên Iraqê, karmendên herêmê mehane mûçeyên xwe bi awayekî asayî û bi rêya saziyên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê werbigirin.

Şanda mêvan jibilî pesndayîn bi karwana avedanî û geşepêdana Herêma Kurdistanê, amaje bi wê yekê jî kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan, niyazpakiya her du aliyan heye û pêwîst ev keş û derfeta erênî ku piştî serdana şanda bilind a Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Bexdayê derketiye holê, divê ji dest neçe û pirsgirêk li ser bingeha destûrê bên çareserkirin.